• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Davudoglû civiyan

Gulan Media October 31, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Davudoglû civiyan
Li Îstenbûlê Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Tirkiyeyê civiyan.

Duh li Îstenbûlê wezîrê derve yê Tirkiyeyê pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî kir.

Piştî merasima pêşwaziyê civînek di navbera her du aliyan de hate zaskirin û piştî wênegirtinê ew civîn ji kanalên ragehandinê re hate daxistin.

Li gorî çend çavkaniyên diplomatîk yên wezareta derve di civînê de peywendiyên navbera Kurdistan, Tirkiye, Îraq, rewşa Sûriyayê û rewşa deverê hatine nîqaşkirin.

Biriyare Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîrê Tirkiyeyê jî bicivin.

Heyeteke Rayedarên hikûmeta Kurdistanê di vê serdana han de digel Serokwezîrê Kurdistanê dene.
Top