• Thursday, 12 February 2026
logo

Pîşengeha enerjî ya Hewlêrê destpê kir

Gulan Media October 28, 2013 Nûçe
Pîşengeha enerjî ya Hewlêrê destpê kir
Bi beşdariya zêdetir ji 27 dewletan pîşengeha enerjî ya Hewlêrê destpê kir.

Îro li Hewlêrê bi çavdêriya hikûmeta Kurdistanê û bi amadebûna hijmareke wezîr, parlementer, rayedarên hikûmeta Kurdistanê û hijmareke Konsolos û berpirsên kompaniyên biyanî yên li Kurdistan û Îraqê pêşengeha enerjî ya Hewlêrê hate vekirin.

Di vê pîşengeha han de ji 27 welatên cîhanê 625 kompanî beşdarin.

Di destpêka vekirina pêşnegehê de wezîrê awedankirinê yê hikûmeta Kurdistanê Kameran Ehmed ragehand ku, ew pîşengeha han şeşemîn pêşengehe ku, li Hewlêrê tê vekirin û derfeteke beş pêşkêşî kerta taybet û hikûmetê dike daku, alaw û amûrên nû yên ku, hatine berhemanîn binasin û fêde ji wan werbigirin.
Top