• Thursday, 12 February 2026
logo

Şandeya Pêşmerge çû Bexdayê

Gulan Media October 27, 2013 Nûçe
Şandeya Pêşmerge çû Bexdayê
Serê sibaha îro şandeyeke bilind ya serbazî ya Herêma kurdistanê bi serpereştiya ferîq Şêrwan Ebdulrehman , endamê fermandeya hêzên parastina Herêma kurdistanê û ferîq Cebar Yawer emîndarê giştî yê wezareta pêşmerge, berve Bexdayê birê ket.

Li gor daxuyaniyeke sekreterê emîndarê giştî yê wezareta pêşmerge, mebesta vê serdanê biryardan e li ser projeyeke asayişa hevbeş ji bo baştir kontrolkirina rewşa ewlehî li navçeyên cihê nakokiyê li parêzgehên Diyala, Kerkûk, Mûsil û Tekrît.

Rêveberê ragihandina hişyarî û rewşenbîrî li wezareta pêşmerge, Emîd Helgurd Hikmet ji Rûdawê re ragihand ku mebest ji vê serdanê guftûgokirina dosyeyên di navbera wezareta bergirî ya Iraqê û wezareta pêşmerge de ye.

Rudaw
Top