Yarsaniyên hatibû girtin, hatin berdan
Yarsanan ji bo nîşandana nerazûbûna li hember pêkneanîna daxwazên xwe, li Tehranê li hev civiyan.
Wan berê jî raghandbûn ku ewê meşeke nerazîbûnê lidar bixin.
Dezgehên ewlekariyê jî, ji bo ku rê li ber çalakiya wan bigirin, 80 kes ji wan girtibûn.
Daxwazên çalakvanan, xwendina bi zimanê kurdî, pejirandina ola Yarsan di qanûna bingehîn de û rêzgirtina ola wan bû.
Liv û nerazîbûnên kurdên Yarsan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê par piştî bûyera xweşewitandina 2 girtiyên Yarsan wek nerazîbûna li hember kurrkirina simbêlên xwe ket rojeva Kurdistan û Îran û cîhanê.
Çimkî di girtîgeha bajarê Hemedan ê Îranê de, hêzên ewlehiyê bi hêceta ku ceza bikin, simbêlên wan girtiyan kurrkiribûn.
Li dû wan her du girtiyan, xortekî din jî li ber avahiya Parlamentoya Îranê xwe şewitandin û dengê nerazîbûna oldarên Yarsan gihand her derî.
Li cem Yarsanan simbêl tiştekî pîroze û nabe were kurkirin.
Hikumeta Îranê berê soz dabû ku xwastên wan bicî bîne.
Pişitî xwepêşandanê Yarsan bi serokê Parlamantoya Îranê re civiyan û wan ew civîn bi erênî dan zanîn.
Rudaw
