• Thursday, 12 February 2026
logo

Washington Post: MÎTê agahiyên li ser sîxorên MOSSADê dane Îranê

Gulan Media October 18, 2013 Nûçe
Washington Post: MÎTê agahiyên li ser sîxorên MOSSADê dane Îranê
Rojnamevanê amerîkî yê bi navê Davîd Ignatius îdia kir ku serokê dezgeha sîxoriya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan agahiyên li ser “tîmeke îranî ya sîxorên MOSSADê” daye Îranê. Li gorî Enqerê, ev îdia û gotin “şerê derûnî û reşkirina Fîdan e”.

Nivîskarê rojnameya amerîkî ya Washington Post, Davî Ignatius di nivîsa xwe ya herî dawî de îdia kiriye ku ji ber têkçûna têkiliyên navbera Tirkiye û Îsraîl, hikûmeta Erdogan bi rêka MÎTê “derbek” li Tel Avîvê da û agahiyên li ser 10 sîxorên îranî yên MOSSADa Îsraîl radestî Tehranê kir.

Li gorî Davîd Ignatius, rayedarên MOSSADê li Tirkiyê bi wan sîxorên îranî re hevdîtin pêk dihanîn.

Rayedarên Enqerê jî demildest bersiva van îdiayên nivîskarê amerîkî dan. Yek ji şêwirmendên serokwezîrê Tirkiyê yê bi navê Mustefa Varnak di rûpela xwe ta twîtterê de, îdiayên Davîd Ignatius wek “şerê derûnî” nirxand û diyar kir ku nivîsa Ignatius geleî bêbingeh û bêqîmet û ji hesibandina pîvanên sîxortiyê dûr e.

Li gorî wî şêwirmendê Erdogan, hesabên wan ew bû ku “payîza îsal dê germ bibe” lê wisa derneket lewma li dijî hikûmet û MÎTê dest bi kampanyayên reşkirinê kirin û ev rewş dê di heyama hilbijartinan de jî bidome.

Wezîrê derve Ehmed Davûtoglu jî bersiva wî nivîskarê amerîkî da û diyar kir ku mebesta van kesan tenê takekes nîne û wiha got: “Ji ber ku li dijî birêz seorkwezîr û şêwirmendê MÎTê û hinek hevalên me jî vê yekê didin meşandin. Lê em li hember van tiştan dibêjin ku ev meş dê bidome.”

Beriya niha jî rojnameya amerîkî ya Wall Street Journal, diyar kiribû ku serokê MÎTê Hakan Fîdan û wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu mîmarên siyaseta Tirkiyê ya Sûriyê ne, her wiha Fîdan bi dabînkirina çek û pere bo komên îslamî yên radîkal li Sûriyê tohmetbar kiribû.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay jî derheqê van nûçeyan de gotibû, ji ber ku Tirkiye li gorî dilê wan (Îsraîl û Amerîka) tev nagere lewma ji hikûmet û MÎTê aciz in.
Top