• Thursday, 12 February 2026
logo

NY êrîşên ser Kurdên Şebek mehkûm kir

Gulan Media October 18, 2013 Nûçe
NY êrîşên ser Kurdên Şebek mehkûm kir
Nunerê netewên yekgirtî yê li Îraqê êrîşên ser Kurdên şebek mehkûm kir.

Nunerê NY yê li Îraqê Nekolay Mladenov ragehand ku, NY li hember êrîşên li dijî Kurdên şebek dilgirane û êrîşên han bi tundî mehkûm dike.

Mladenov eşkere kir ku, NY girîngiyeke teybetî dide kementewên li Îraqê yên ku, bi berdewamî rastî êrîşên terorîstan dibin.

Çavkanî herwiha daxwaz ji aliyên têkeldar kir daku, bilez li wan deveran tedbîrên pêwîst yên ewlekarî werbigirin û pêşiya dubarebûna wan êrîşên terorîstî bigirin.

Hêjayê gotinêye ku, duhê di encama êrîşeke xwekujî li Başûrê Mûsilê de herî kêm 11 Kurdên şebek hatibûn terorkirin.
Top