Kanada nûneratîya xwe li Kurdistanê vedike
Duh li Hewlêrê Kemal Kerkûkî berpirsê peywendîyên PDKê pêşwazî li cîgira balyozê Kanada ya li Iraqê xatûn Stîven Dobamî kir. Di evê dîdarê de Kemal Kerkûkî bi xrêhatina balyoza Kanadayê bo Kurdistanê kir û bi kurtî basa rewşa îro ya Kurdistanê, bi taybetî xwe amadekirina bo proseya hilbijartina parlemanîya Kurdistanê kir.
Stîven Dobamî cîgira balyozê Kanada jî die vê dîdarê de aramî û tenahîya Kurdistanê bilind nirxand û xoşhalîya xwe bi serdanê nîşan da. Balyoza Kanada herwisa tekez kir ku hikûmeta Kanadayê biryar daye ku nivîsîngeha nûneratîya xwe li Hewlêrê veke, ewe jî piştî karkirina kompanîyên Kanadayî li Kurdistanê diht, ku Kurdistan weke ciheke aram dane naskirin.
Di beşeke din a evê dîdarê de, her du alîyan basa peywendîyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Bexdadê kirin û cîgira balyozê Kanada amadeyîya hikûmeta Kanada bo piştgîrîkirina danûstandinên navbera her du alîyan nîşan da.
Herwiha her du alîyan basa gorankarîyên herî dawî yên li nawçeyê û kartêkirina wê li ser herêma Kurdistanê kirin.
