Wezareta derveya Brîtaniyayê: Neçin Iraqê lê serdana herêma Kurdistanê bikin
Mlapera fermîya hikûmeta herêma Kurdistanê di nûçeyekê de weşandîye, ku wezareta derve ya Brîtaniyayê di beyanameya xwe de dibêje: ”Wezareta derve ya Brîtaniyayê, ji bilî herêma Kurdistanê, amojgariya hevwelatiyan nake serdana Iraqê bikin. Bi tenê ji bona karên giring serdana Iraqê bikin û di dema serdanê de daxwazê ji kompaniyên emnî bikin we biparêzin… lê wezareta derve ne li dijî seferên bo herêma Kurdistanê ku, ji wîlayetên Hewlêr, Duhok û Silêmnaiyê pêk tê, ye.”
Wezareta derve ya Brîtaniyayê di beyanameya xwe de behsa selametîya firokexaneya Hewlêrê dike û dibêje. ”Bi awayekê giştî firokexaneyên nevdewletî Bexdad, Hewlêr û Besrayê bi selamet in, lê divê hûn agahdarî xwe bin û bêy dabînkirina asayîşê firokexaneya Bexda û Besrayê bi cî nehêl in.”
Wezareta derve behsa rewşa emniyeta bajarên Iraq û herêma Kurdistanê dike û herêma Kurdistanê bi herêmeke dûr ji teror û terorîstan binav dike û dibêje ku, li wîlayetên Bexda, Neynewa, Selahedîn, Kerkûk, Enbar û Diyalayê gelek teror heye. Lê emniyeta herêma Kurdistanê gelek ji ya Iraqê cudaye û kiriyarên terorîstî gelek kêm rû didin.
Wezareta derve ya Brîtaniyayê daxwazê ji hevwelatiya dike beriya serdana Iraqê bikin, serdana sefaretxaneya Iraqê li Londonê bikin û vîzayê werbigirin ”jiberku çûna nav Iraqê pêwîstî bi hebûna vîzayê heye.” lê eger bi tenê serdana herêma Kurdistanê bikin, hûn dikarin piştî digehin herêma Kurdistanê li wir vîzayê werbigirin, ”lê belê ew vîza li sertaserî Iraqê kar neke, bi tenê ji bo herêma Kurdistanê ye.”
Ji bo xandibna hemû beyanameya wezareta derve ya Brîtaniyayê lînk ali jêr veke:
https://www.gov.uk/foreign-travel-advice/iraq
