Peşketina Herêma Kurditanê Bê Wêneye
Çalakvanê civaka sivîl û lêklînerê pêşketinên mirovî li Zankoya Bexdad, Enes Hisnawî, di konferansa rêxistinên civaka sivîl de, li Herêmê amaje bo vê yekê kir kû Herêma Kurdistanê ji aliyê pêşketina mirovî de bê wêneye.
Hisnawî weha jî da zanîn kû, ti hukûmetek bi qasî hukûmeta Herêma Kurdistanê ne karî weha ji nêzîk ve, li gel
rêxistinên civaka sivîl de di nava herêmê de danûstandin bike, herweha alîkariya wan bike, ji vî alî ve girîngî bi pêşeftina mirovî ve tê dayîn, ew jî bi palpiştiya ezmûnên welatên pêşketî û kesayetên navdar di biwarên civaka sivîl de.
