• Wednesday, 11 February 2026
logo

Xelkê Kerkûkê li dijî Newşîrwan dest bi xwepêşandanê kir

Xelkê Kerkûkê li dijî Newşîrwan dest bi xwepêşandanê kir
Piştî gotinên du roj berê yên newşîrwan Mistefa yên derbarê Kerkûk de û herwiha êrîşê wî yên li ser partiya demokrata Kurdistanê, îro li Kerkûkê xelkê vê bajarê li dijî Newşîrwan û gotinên vî dest bi xwepêşandeke girseyî kir.

Di vê xwepêşandana han de xelk nerazîbûna xwe li dijî gotinên Newşîrwan diyar kir û gotinên wî bi gotinên neyarane û fitine wesif kirin.

Xwepêşander eşkere kirin ku, Newşîrwan Mistefa hewl bo afirandina nakokî û fitineyan dide lewre em bi tundî vî û gotinên wî mehkûm dikin.
Top