Aştî Hewramî siyaseta Petrolê ya Kurdistanê ji forma San Petersburgê re rave kir
Aştî Hewramî eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê hewl dide daku, kerta enerjî û çakvaniyên xwe yên xwezayî pêşde bibe û jibo bê çendê jî heta niha gelek bizav kiriye.
Hewramî ev yek jî eşkere kir ku, heta niha hijmareke zêde ji kompaniyên mezin yên Cîhanê hatine Kurdistanê û bo hêlbirîna petrolê peymanên curbicur îmze kirine.
Çavkanî derfetên heyî yên li Kurdistanê de jî eşkere kir ku, got: Baş bûna rewşa ewlekarî ya Kurdistanê derfeteke gelek başe bo kar kirin di warê petrol û enerjî li Kurdistanê de û hikûmeta Kurdistanê jî bo wan kompaniyên ku, dixwazin di wan kertan de kar bikin asankariyên pêwîst pêşkêş dike.
