Serok Barzanî li gel Berpirsên kompaniya Chevronê civiya
Di destpêka hevdîtinê de Berpirsên Chevronê jiber piştgîrî kirina Serok Barzanî ji kar û çalakiyên kompaniya nav hatî spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, kompania wan wê li Kurdistanê de kar û çalakiyên xwe bidomîne û amadebûna xwe ji bo berfire kirina kar û çalakiyên hevbeş yên li gel hikûmeta Kurdisanê de diyar kirin.
Berpisên kompaniya Chevronê bi awayekî kurt behsa proje û çalakiyên pêşerojê yên kompaniya xwe ên li Kurdistanê de kir û got: Kompaniya me vê berdewam projeyên nû pêşkêş bike û di warê dîtin û hêlbirîna petrolê de ektîftir bibe.
Li hember de jî Serok Barzanî kêfxweşiya xwe li hember serkeftina kompaniya han diyar kir û ragehand ku, hikûmeta Kurdistanê amadeye her cure hevkarî û asankarî pêşkêşî kompaniya Chevronê bike.
