• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Aleksî Mîller Serokê Encûmena Kargêriya kompanya Gazproma Neftî ya Rûsyayê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Aleksî Mîller Serokê Encûmena Kargêriya kompanya Gazproma Neftî ya Rûsyayê civiya
Duh li bajarê Saint Petersburg a Komara Rûsyaya Federal, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Aleksî Mîller Serokê Encûmena Kargêriya Kompanya Gazproma Neftî ya Rûsyayê civiya.

Li civînê de Serokê Encûmena Kargêriya Kompanyayê spasiya Herêma Kurdistanê kir ku ji bo serxistina kar û projeyên wan yê li Herêma Kurdistanê de, palpişt û hevkarin û tekez jî li berdewamîdana hemû proje û girêbestên karkirina wan ya li Herêma Kurdistanê kir û behsa plana berfirehkirina karên xwe jî kir ku bi cûreyek wan warên cûda cûdayên dinê jêrxana aborî jî li Herêma Kurdistanê li xwe bigre.

Serok Barzanî jî ji bilî pêşwazîkirina hewl û projeyên kompanyaya Gazprom ya li Herêma Kurdistanê, amadehiya Herêmê jî ji bo berfirehkirina kar û projeyên hevbeşên di navbera her dû aliyan de nîşanda û vexwendina Serok û Endamên Encûmenê birêvebirina kompanya Gazprom jî kir ku heta serdana Herêma Kurdistanê bikin û li nêzîk ve bi pêşketinê hemû aliyên Herêmê aşîna bibin û Serok û Endamên Encûmena birêvebirina kompanyayê jî bi xweşhaliyê ve vê vexwendinê qebulkir.
Top