Hijmara Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Başûr Gihişte 150 Hezar Kes
Beyan Samî Ebdulrehman li ser malpera xwe ya twitterê ragehand ku hejmara penaberên Sûriyê û Rojava li Herêma Kurdistanê gehiştiye 150 hezar kesan.
Beyan Samî herwiha daxwaz ji hukûmeta Iraqê û civaka navdewletî kir daku zêdetir hevkariyan wan penaberan bikin ku niha li Herêma Kurdistanê bicîh bûne.
Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, hejmareke zêde ya hemwelatiyên wî welatî berê xwe dan welatên derdorê, ji wan jî hejmareke zêde bi taybetî Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatin Herêma Kurdistanê û niha piraniya wan li Kampa Domîz hatine bicîh kirin.
Li derdora bajarê Silêmaniyê jî kampeke din bo wan hatiye vekirin û di van nêzîkan de kampeke din li Dareşekiran a nêzîkê bajarê Hewlêrê tê vekirin.
Hêjayê gotinê ye duh 20.06.2013 Roja Penaberên Cîhanê bû , lê wek komeleyên mafê mirovan dibêjin li piraniya welatên cîhanê rewşa penaberan nebaş e û carna hewil tê dayîn ku bi zor bo welatên wan jî bên şandin.
