Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Ûzeya Tirkiyê civiya
Li kombûnê da Wezîrê Ûzeya Tirkiyê, ji bilî spas û pêzanînên bi rexsana vê derfeta hevdîtinê, silav û rêzên Receb Tayib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê jî bi Serok Barzanî ragihand û bi girîngiyê ve li bi hêz û berfirehbûna pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir û tevahiya pabendbûna welatê xwe jî bi wan hemû erk û karan dupatkir ku li encama pêwendiyan wan ya li gel Herêma Kurdistanê da pêkhatiye.
Serok Barzanî jî piştgîrî û piştevaniya xwe û ya Herêma Kurdistanê ji bo berdewamîdan û berfirehkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê ragihand û bi girîngiyê ve pêwendiya hemû aliyên di navbera her dû aliyan nirxand. Her wiha li vê civînê de bandora erênî û berhemdariya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye bi cûreyek behskirin ku li aliyek ji bo Tirkiye û Herêma Kurdistanê û li aliyekî din ve jî ji bo Iraq û Tirkiyê jî girîngin li berjewendiya hemû aliyan da ye.
Li dawiya civînê de Serok Barzanî hêvî xwest ji bo çareseriya kêşeyên niha yên navxweyiyên Tirkiye û dawî hatina girjiyan nîşanda.
