Hilbijartinên Musil û Enbarê bi 14 teqînan destpê kir
Ajansa Skynews belavkiriye ku, 9 teqîn yek li dûv yekê di demjimêrên destpêka proseya dengdanê li parêzgeha Nînewa rûdan û li parêzgeha Enbarê jî bi 5 teqînên din pêşwazî li welatiyan kir.
Her çende şeva çarşemê li ser pêncşemê hêzên ewlekariyê li du parêzgehan hatin û çûna otombêlan û motorsiklêtan qedexe jî kir lê belê ew teqîn wê yekê derdixin ku hîna planên emnî ewqas xurt nînin ku rê li kiryarên grupên çekdarî bigrin.
Ajansê tu amarekî encamên destpêkê yê wan teqînan belav nekiriye. Lê di dema derketina her amarekê sebaret bi encamên wan teqînan (Xendan) dê we agahdar bike.
Xendan
