• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt Rûsya û ji aliyê şandekî Wezareta Derveya Rûsya û Balyozê Iraqa Federal û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin

Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt Rûsya û ji aliyê şandekî Wezareta Derveya Rûsya û Balyozê Iraqa Federal û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin
Êvariya duh birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekî fermî gihîşt Saint Petersburg li welatê Rûsya û li Firokxaneyê ji aliyê şandekî Wezareta Derveya Rûsyaya Federal û Îsmaîl Şefîq Balyozê Iraqa Federal li Rûsya û Aso Cengî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsya hate pêşwazî kirin û wiha biryare sibê li Kongreya Aboriya Navdewletiya Saint Petersburg, Serok û Serok Wezîrên çendîn welatên cîhanê beşdarî bikin.

Şanda li gel Serok Barzanî ya li vê serdanê da ji rêzdar Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Sirûştiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hêriş Muherem Serokê Desteya Veberhênanê û ji çendîn şêwirmendan pêkhatiye.
Top