Efrîn;YPG Serkevtina Xwe Radigihîne û Çeteyên Artêşa Azad Paşve Diçin
Li gorî daxuyaniya YPG'ê di şerê duh de ku tevahiya rojê berdewam bûye 10 endamên komên çete hatine kuştin û zêdetirî dehan kesan jî birîndar bûne. Herwiha sêgoşeya Bênê-Ziyaret-Aqîbê jî ji komên çete hatiye rizgarkirin.
Li gorî daxuyanîyê, serê sibê li hemberî komên çete ku ewe demeke gundê Bênê û derdora wê dagir kirine, hêzên YPG dest bi operasyoneke berfireh kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Duh ji serê sibê û pêve ji aliyê hêzên me ve li dijî komên çete yên gundê Bênê û derdora wê operasyoneke berfireh hate meşandin. Operasyon di demeke kêm de veguherî pevçûnan. Şerê serê sibê destpê kir, heta êvarê dewam kir. Di şer de 10 endamên çete hatin kuştin, zêdeyî dehan kes jî birîndar bûn. Cenazeyê yek ji endamên çeteyan kevt destê me. Dîsan yek ji endamên çeteyan ê birîndar jî bi êxsîrî hate girtin û rakirin nexweşxaneyê.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama şerê tevahiya rojê de gundê Bênê û hin cihên girîng ên derdora wê ji komên çete hatine rizgarkirin û ev tişt hatin gotin, "Di encama şer û pevçûnên tevahiya rojê de sêgoşeya Bênê-Aqibe-Ziyaret ji komên çete hat rizgarkirin. Ev sêgoşe, cihekî nêzî rêya diçe Helebê ye. Bi wergirtina vê derê re, kontrola rê bi temamî ket destê hêzên me. Dîsa sêgoşeya Bênê-Ziyaret-Akibê ji çeteyan hatiye rizgarkirin û nuqteya kontrolê ya komên çete ya li ser rêya Ziyaret-Basilê-Cilbir ji holê hatiye rakirin.”
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundê Bênê yê giredayi navçeya Şêrawa ya Efrînê ku ev çend rojbûn pevçûnan dom dikir, bi temamî ji komên çekdar hatiye rizgarkirin.
