Kurdistan û Turkiye Rêkevtineke Girînga Neftî Îmza Dikin
Li gor nûçeya Reuters, wezareta enerjîya Turkiyeyê salnameya neft û gaz a Turkiyeyê balev kiriye ku tê de amaje bi ewê hatiye kirin, ku hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoweyeke rêkevtineke nû de pişkên meydanên neftîyên Çoman, Hindrên, Erbet, Polxane, Cebelkend û Xelîkan ên herêma Kurdistanê daye kompanyayeke neftîya Turkiyeyê bêyî ku navê kompanyayê bihê aşkirakirin.
Reuters ragihandiye, ku berpirsên wezareta wuzeya Turkiyeyê û kompanyaya Petroliyum (Petroluem) a Turkiyeyê ku mezintirîn kompanyaya neftîya Turkiyeyê ye, amade nebûne zanyarîyên zêdetir di evê bareyê de aşkira bikin.
Ew meydanên neftîdikevne nêzîkî sînorê navbera herêma Kurdistanê û Îranê û li başûrê rojhilatê Silêmanîyê ne û vekolîn û lêkolînên zewînasî bo vedîtina neftê li ewan nawçeyan dawî pê hatiye.
Ew nûçe di demekê de ye, ku pêştir serokwezîrê Turkiyeyê Receb Tayib Erdogan di dema serdana xwe ya berev Amerîka de ragiahndibû, ku Turkiye û herêma Kurdistanê çend girêbestên nû di buwarê neft û gazê de îmza kirine.
Herwiha piştî daxuyanîya Erdogan, wezîrê samanên sirûştîyê herêma Kurdistanê Aştî Hewramî jî ragihand, ku Kurdistan û Turkiye dê di demên dahatî de çend rêkevtinên mezin di buwarê neftê de encam bidin.
Pêştir jî kompanyaya Genel Enerjî ya Turkiyeyê çend rêkevtinên neftî bi hikûmeta herêma Kurdistanê re îmza kiriye.
