• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hengariya û Kurdistan peywendiyên xwe bihêztir dikin

Hengariya û Kurdistan peywendiyên xwe bihêztir dikin
Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsolosê Hengariyayê yê li Bexdayê û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de behsa peywendiyên navbera her du aliyan hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku, her du alî hewl bo bihêztir kirina peywendiyên xwe bidin bi tayebetî di wan waran de ku, pêdeviya her du aliyan pê heye.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Konsolosê Hengariyayê eşkere kir ku, niha Hengariya dest bi amadekariyên pêwîst bo vekirina Konsolosxaneya xwe ya li Hewlêrê kiriye û hêvî xwest ku, di rojên pêşiya me de Konsolosxane destpê bike daku, bikarêbe bibe kanaleke baş bo bihêztir kirina peyvendiyên navbera her du welatan.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe a li hember vê biryara hikûmeta Hengariyayê diyar kir û got: Kurdistan dixwaze di çend kertan de weke enerjî, çavkaniyên xwezayî, tendirustî, wenêrîna pijişkî, xwendina bilind, hevkariya navbera zanîngehên Kurdistan û Hengariya, pergala dadwerî û karûbarên dadgehan de, bazirganî û abûrî de peywendiyên xwe yên bi Hengariyayê re berfiretir bike û bo vê yekê jî hikûmeta Kurdistanê amadeye ku, her cure hevkariyek pêşkêş bike.

Di dawiya vê civîna han de Konsolosê Hengariyayê diyar kir ku, Hengariya girîngiyeke gelek taybet dide Kurdistanê û herwiha kar û çalakiyên kompaniyên xwe yên li Kurdistanê de bi taybetî di warê hêlbirîna petrolê de û got: Hengariya amadeya di kert û warên pêwîst de hevkarî û ezmûna xwe pêşkêşî Kurdistanê bike.
Top