Serokê Herêma Kurdistanê ji bo beşdarbûna Kongreya Aboriya Navdewletiya Saint Petersburg berev Rûsya birêket
Bernameya vê serdana Serok Barzanî ya li beşdarîkirina li karên hevdehemîn Kongreya Aboriya Navdewletiya Saint Petersburg ku dû roj didome û zêdetirê pênç hezar beşdar ji heştih welatan têda amade dibin, çendîn hevdîtin û civîn li gel hejmarek kesayetî û berpirsên beşdarbûyî li pêkhatina vê kongreyêde dê li xwe bigre.
Hêjayî gotinêye vexwendina Serok Barzanî ya ji bo beşdarbûna li vê Kongreya Aboriya Navdewletiya Saint Petersburg, nîşana girîngiya dinyaya derve ya rola Serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giştî li berev pêşbirina pêgeha aboriya Kurdistanê li ser asta Iraq û navçeyê û cîhanê ye, ku rêzdar li kanûna duyema îsal jî kesayetiyekî vexwendiyê Kongreya Aboriya Navdewletiya Davosê bû ku li Swîsre hatibû sazkirin.
Piştî dawî hatina Kogreya Saint Petersburg, Serok Mesûd Barzanî bi mebesta pêşxistina pêwendiyên dû qoliyên di navbera Kurdistan û welatê Romanya û guftûgokirina çendîn pirsên pêwîst li warê aborî û pêwendiyê hemû aliyên navbera her dû aliyan bi serdanekî fermî diçe Bukreşa paytexta Komara Romanya.
Şanda li gel Serok Barzanî ya li vê serdanê da ji rêzdar Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Sirûştiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hêriş Muherem Serokê Desteya Veberhênanê û ji çendîn şêwirmendan pêkhatiye.
