• Wednesday, 11 February 2026
logo

Konsolosxaneya Amerîkayê li Hewlêrê vîze dide welatiyên Kurdistanê

Konsolosxaneya Amerîkayê li Hewlêrê vîze dide welatiyên Kurdistanê
Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê civiyan û di vê civîna han de Konsolosê Amerîkayê eşkere kir ku, di roja 25ê vê mehê pêde dest bi dayîna vîzeya Amerîkayê bi welatiyên Kurdistanê dike.

Çavkanî eşkere kir ku, her hefte sê roj hevdîtin bo dayîna vîzeyê tê kirin û ev welatiyên ku, dixwazin weke penaber, bo bazirganî, torîzim û tedavîkirinê bi rêya online dikarên dest bi amadekarî bo wergiritna vîzeya Amerîkayê bikin.

Konsolosê Amerîkayê di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku, ev pêngava han nîşaneya baweriya baş ya Amerîkayê bi rewşa Kurdistanê ye.
Top