Serokê lîsteya Îraqa yekgirtî û 4 kesên din hatin kuştin
Her îro çend çavkaniyek ji hêzên ewlekarî yên li Felûceyê ragehandin ku, çend çekarên nenas êrîş kirine ser çend karmendên komisyona serbixwe ya hilbijartinan û di encam de çar karmendên komisyonê li Rojhilatê Felûceyê de hatine kuştin.
Hêjayê gotinê ye ku, Sibê hilbijartinên her du Parêzgehên Mûsil û Enbarê tên birêvebirin û Terorîst jî êrîşên xwe yên li ser berbijaran didomînin.
