• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serkevtina Îradeya Hewlêr bi Ser Bexdadê de; Şêvron Girêbesteke Nû bi Kurdistanê re Îmza Kir

Serkevtina Îradeya Hewlêr bi Ser Bexdadê de; Şêvron Girêbesteke Nû bi Kurdistanê re Îmza Kir
Kompaniya Şêvron (Chevron) a Amerîkî ragihand, ku wan girêbestek weberhênana petrolê ligel hukûmeta herêma Kurdistanê muhir kiriye. Ragiahndina ev girêbesta nû ji alîyê Şêvron ve di demekê de ye, ku hêşta nakokîyên Hewlêr û Bexdadê li ser mijara neftê berdewamin. Girêbesta nû helwêsta Hewlêrê beramber Bexdadê xurttir dike û nîşaneyeke din ji serkevtina îradeya Hewlêr bi ser Bexdadê de ye.


Li gorî nuçeyeke kenala ABC a Amerîkî, ev girêbest di navbera Hukûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniya Şêvron de bi mebesta pêşxistina kêlgeha Qeredax li başûrê Silêmanîyê hatiye îmzakirin.

Li gorî balavokeke fermî ku kompanîya Şêvron li ser malpera fermîya xwey belav kiriye, mezinbûna kêlgeha Qeredax 860 km çar goşe ye û ev girêbeste sêyemîn girêbesta evê kompaniyayê ye ku li gel hukûmeta Herêma Kurdistanê de îmza kiriye û ew girêbesta nû di çileya bûrî de, hatiye îmzakirin. Ev kompnaiya di heyva Tîrmeha bûrî de girêbesteke din li gel Herêma Kurdistanê wajû kiribû.

Kompaniya Şêvron di evê bareyê de dibêje ku Şêvron pişkek ji beşa kêlgeha petorlîya Qeredax ji hukûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

Girêbestên hikûmeta herêma Kuridstanê bi kompanîyayên bîyanî re yn di buwarê wuzeyê de, Hukûmeta Bexdadê nerazî dike. Bexdad ewan girêbestên herêmê weke binpêkirina Destûra Iraqê bi nav dike û par li ser girêbestên wê yên bi herêma Kurdistanê re, karkirina kompaniya Şêvron li nawçeyên dinên Iraqê hate qedexekirin û hikûmeta Iraqê navê wê kompanîyê xiste nava lîsta reş de.

Hikûmeta herêma Kurdistanê jî di hember tohmetên Bexdadê de, pêdagirîyê li ser qanûnîbûna girêbestên xwe yên bi kompanyayên bîyanî yên di buwarê neft û gazê de dike û tekez dike ku destûra Iraqê rê dide hemû herêman û ji wna herêma Kurdistanê ku di kerta neft û gazê de girbestan bi alîyên bîyanî re îmza bikin. Herêma Kurdistanê tohmetên Bexdadê bi helwêsteke siyasî beramber Kurdistanê û bo pêşnekevtina herêma Kuridstanê dizane.
Top