• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rewşa bajarê Efrînê di her warî de gelek aloz û metirsîdare

Rewşa bajarê Efrînê di her warî de gelek aloz û metirsîdare
Peyamnêrê me yê li Rojawayê Kurdistanê eşkere kir ku, jiber şerê navbera hêzên PYD û çekdarên artêşa azad ya Sûriyayê li bajarê Efrîn û derdorê rewşa vê bajarê di her warî de aloz û metirsîdare.

Çavkaniya han eşkere kir ku, Şîniyên Efrîn û derdorê rastî kêşeya bê erzaqî hatine û nikarin pêdeviyên xwe yên jiyana rojane di warê erzaqê de dabîn bikin lewre pêdeviya bi hevkariya navneteweyî heye.

Li gorî Şîniyên deverê sedema birsîtî û bê erzaqî li deverê embargoyên çekdarên artêşa azad ya Sûriyayê a li ser vê deverê ne.
Top