• Wednesday, 11 February 2026
logo

Demîrtaş: Erdogan dixwaze pêvajoya çareseriyê bixitimîne

Demîrtaş: Erdogan dixwaze pêvajoya çareseriyê bixitimîne
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş, bi tundî hişyarî da hikûmeta Erdogan û diyar kir ku heta bûyera Roboskî neyê ronîkirin û girtiyên KCKê neyên berdan pêvajo bi pêş nakeve û wiha got: “Hikûmeta AKPê dixwaze pêvajoyê bixitimîne.”

Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş, îro (18.06.2013) di civîna fraksyona partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê axaftinek kir û rexneyên tund li siyaseta hikûmeta AKPê û serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girt.

Selahedîn Demîrtaş, li hember cezakirina malbatên mexdûrên bûyera Roboskî ji aliyê dozgeriya taybet a Amedê ve nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ji aliyekî ve xelkê dikujin ji aliyekî din ve jî biryara “bêerkbûnê” didin û wiha anî ziman: “Ji xwe em dizanin ji serokwezîr bigire heta fermandeyê tabûra Qilabanê berpirsên komkujiya Roboskî ne.”

Demîrtaş her wiha behsa girtiyên KCKê jî kir û ragihand ku gelek endam û hevalên wan bê sûç hatine girtin û ligel ku cezayên xwe kişandine jî lê hê jî nehatine berdan û wiha pêde çû: “Eger li gorî qanûnê ceza bidin wan girtiyan dewlet dê deyndar derkeve. Hûn dibêjin qanûn de wê demê qanûnê cî bi cî bikin. Ev jî xeta me ya sor e.”

Serokê fraksyona BDPê li parlamentoya Tirkiyê destnîşan kir ku hikûmet dixwaze pêvajoya çareseriyê bixitimîne û ji ber wê jî heta niha gelek caran hikûmet hişyar kirine û wiha anî ziman: “Qonaxa duyemîn dikeve ser mile hikûmetê. Em nikarin digel têgeha ku rê nade siyaseta demokratîk, kar bikin. Divê hevalên me bên berdan.”

Selahedîn Demîrtaş, her wiha rexne li gotinên Erdogan yên ku di mîtînga partiya xwe de ya li Stenbolê li ser Ocalan gotibû, girt û wiha axivî: “Tu ji aliyekî ve digel birêz Ocalan gotûbêj dikî û ji aliyekî din ve jî jê re dibêjî ‘serokê terorîstan’. Wê çaxê tu serokê çiyî?”

Tê zanîn, dozgeriya dadgeha taybet a Amedê duh (18.06.2013) bi hêceta ku sînor binpê kirine, cezayê pere ji malbatên mexdûrên komkujiya Roboskî re birîbû ku roja 12ê Gulana îsal çûbûn ser sînorê bakûr û başûrê Kurdistanê û zarokên xwe bibîr anîbûn.

Her wiha di doza KCKê de ku duh li dadgeha Amedê hat lidarxistin, ji 98 girtiyan tenê 2 kes hatin berdan.

Rudaw
Top