• Wednesday, 11 February 2026
logo

Emrîka pîrozbahî li H.Ruhanî û gelê Îran`ê kir

Emrîka pîrozbahî li H.Ruhanî û gelê Îran`ê kir
Piştî ku kandîdê hilbijartina serokatiya Îranê Hesen Ruhanî li hilbijartina serokatî ya Îranê pileya yekemîn anî û bû serokkomarê Îslamî ya Îran`ê, hikûmeta Emrîka di daxuyaniyekê de got: Em rêzê li dengdana gelê Îranê digirin.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand ku ew pîrozbahiyê li gelên Îran`ê dikin jibo beşdarîya wan di proseya dengdana bo hilbijartina serokatiya Îran`ê.

Peyvdarê Koşka Spî Jay Carney her wiha ragihand ku em hêvîdar in ku hikûmeta Îranê rêzê li daxwazên gelên xwe bigire û biryarên rast jibo avakirina pêşerojeke baştir jibo tevaya gelên Îranê bide.

Carney got : Hikûmeta Washington`ê amadeye jibo çareserkirina arîşeyên navbera herdu aliyan bi rêyên diplomasî danûstanan bi hikûmeta Îranî re bike.

Xendan
Top