Serokayetiya Herêma Kurdistanê zîncîre teqînên îro ya Iraqê şermezar kir
Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî wê yekê ku bi tundî wan kirdarên terorîstiyan şermezar dike, serxweşî li kesukarê şehîdan dikîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên wê zîncîre teqînê dixwazîn, daxwaz jî dikîn bi zûtirîn dem encamderên wan tawanan radestî yasayê bêne kirin. Bilindbûna rêjeya kirdara terorîstî û aloztirbûna rewşa emnî li çend mehên derbasbûyî de balkişandineke metirsîdare û ji dam û dezgehên pêwendîdaran tê xwestin bi bername û mekanîzmeke nû ve kar ji bo parastina canê welatiyan û aramiyê bikin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
16/06/2013
