• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parlemen dest bi nirxandina naveroka nameya Serok Barzanî kir

Parlemen dest bi nirxandina naveroka nameya Serok Barzanî kir
Duh li talara Parlementoya Kurdistanê li Hewlêrê Serokatiya Parlementoyê bi mebesta nirxandina nameya Serokê Kurdistanê ya di derbarê têbîniyên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ên di derbarê destûrê de civînek tevî Serokên firaksiyonên nava Parlementoyê saz kir.

Di destpêka civîna han de Serokê Parlementoyê peyvek pêşkêş kir û behsa hesas bûna pêvajoyê kir û daxwaz ji aliyên beşdar kir daku, hewl bo afirandina yekdengiyeke nîştimanî di derbarê meseleya destûrê de bidin.

Piştî re jî Serok û nunerên aliyên siyasî di derbarê naveroka nameya Serok Barzanî de dest bi nîqaşan kirin û şandina nameya han jî ji aliyê Serok Barzanî ve bi pêngaveke erênî wesif kirin û gotin: Dibe bi awayekî erênî nêzî naveroka vê nameyê bibin.
Top