Deriyê navbera başûr û rojava tenê bo rewşên însanî tê vekirin
Di vê derbarê de Wezareta Navxwe ya Kurdistanê daxwiyaniyek da û got: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nade ku ew deriyê sînor jib o berjewendiyên aliyekî diyarkirî were bikaranîn daku pêgeha xwe bihêz bike, bi taybetî jî her hemû hevkariya ku di wir re derbas dibe.’’
Di daxwiyaniya wezaretê de wiha tê gotin: ‘’Siyaseta xweferzkirina bi zorê bi ser aliyên din ên Rojavayê Kurdistanê de, ne karekî baş e û hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe beşekî wê siyasetê ku rê bide deriyê sînor bo cîgirkirina wê meramê were bikaranîn.’’
Teksta daxuyaniya wezareta navxwe wiha ye:
Hinek kanalên ragihandinê beşek ji daxwiyaniya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) belav kirin ku di nav de behsa girtina deriyê sînor ê navbera Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê dike. Em di vê derbarê de radighînin:
1-Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nade ku deriyê sînor ji bo berjewendiyên aliyekî diyarkirî daku pêgeha xwe bihêz bike were bikaranîn.
2-Siyaseta bi zorê xwe li ser aliyên din ên rojavayê Kurdistanê ferzkirin karekî nerast e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe beşek ji wê siyasetê ku rê bide dergehê sînor ji bo cîbicîkirina wê meramê were bikaranîn.
3-Siyaseta xapandin, tirsandin, ketina pey, girtina endam û aliyên din wê bandorên xirab bi xwe re bîne.
4-Deriyê sînor tenê ji bo rewşên însanî tê vekirin. Heta ji bo jihevfamkirin û vegera dengê piraniya aliyan deng li ser tê dayîn.
