Li Îraqê herî kêm 46 welatî bûne qurbaniya kiriyarên terorîstî
Di vê derbarê de çavkaniyek ji hêzên ewlekarî yên li Parêzgeha Wasêt ya li navenda Îraqê ragehand ku, di encama teqîna maşîneke bombekirî li navenda bajarê Kutê de welatiyek canê xwe ji dest daye û 18 welatiyên din jî birîndarbûne.
Her îro li Parêzgeha Besreyê de jî li berdem nivîsîngeha pasaporta Besreyê de maşîneke bombekirî hatiye teqandin û di encam de Birêveberê nivîsgeha nehêştina madeyên teqemenî û du zirêvanên vî canê xwe ji dest dane.
Nav hatî eşkere kir ku, teqîneke din li Basreyê pêk hatiye lê hîn jî nayê zanîn ka çend kes hatine kuştin anjî birîndarbûn.
Her îro li Nasiryeyê jî du teqîn pêk hatin û di encam de 3 welatî canê xwe ji dest dane û 6 welatiyên din jî birîndar bûne.
Her îro li bajarê Mûsilê de jî jiber êrîşeke çekdarî bo ser navendeke polîsan 6 karmendên polîs canê xwe ji dest dane û 5 polîsên din jî birîndar bûne.
Her îro li Başûrê Bexdayê de jî maşîneke bombekirî hatiye teqandin û di encam de welatiyek canê xwe ji dest daye û 5 welatiyên din jî birîndar bûne.
