• Wednesday, 11 February 2026
logo

El-Partî: Em hewldidin artêşek niştimanî ya Kurdî avabikin

El-Partî: Em hewldidin artêşek niştimanî ya Kurdî avabikin
Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdulhekîm Beşar ragihand ku jibo parstina navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ew hewldidin ku artêşeke niştimanî ya Kurdî avabikin.

Ebdulhekîm Beşar di hevdîtinekê li gel malpera Welatî, derbarê rewşa Sûriyê ya dawî de ragihandiye ku, eger hêzên navdewletî ji bo ruxandina rêjîma Sûriyê cidîbûna dikarî bîngehên rêjîmê bike armanca bombardimana xwe û navçeyek ji firînê re qedexe avakiriba.

Sekreterê El- Partî weha pêde çû: "Em çareseriya siyasî guncaw dibînin, lê divê ew li ser bîngeha çûyîna Esed û rêjîma wî ji ser desthilatê be, wek mercek serekî bo serxistina vê çareyê. Ji ber vê yekê em weku partî, parastina Kurdistana rojava bi ax û gel erkê me yê serekî ye. "

Li ser rola YPG`ê li navçeyên Kurdî jî Ebdulhekîm Beşar got: "Bûyeran nîşan dan ku Yekîneyên Parastina Gel YPG nikare navçeyên Kurdî biparêze. Tişta li Serêkaniyê çêbû li ber çavan bû. hêzên YPG hêşt ku Cebhet Nesre hebûna xwe li Cezîrê çebike û li gel wan li Rimêlan û Serkaniyê rêkbikeve.
Her weha bi teqez ew nikarin Efrînê jî biparêzin.. li Qamişlo jî grupên şovenîst yên Erebî jî hene û navenda bajêr li jêr bandora wan deye lê YPG`ê çavê xwe ji wan re girtine."

Di derbarê pirsa, gelo dê çawa navçeyên Kurdî li hemberî êrişan bête parastin, sekreterê El-Partî got: "Em kar ji bo avakirina artêşeke niştimanî ya Kurdî ya serbixwe dikin ku ne li ser çi aliyekî siyasî be. Emê vê yekê bixin rojeva Desteya Bilind a Kurdî, lê gelek astengiyên siyasî li hemberî vê nêrînê li ba hevpeymanên me di Desteya Bilinde hene."

Xendan
Top