Tê payîn ku hezaran serbazên Êranê bişînin Sûriyê
Rojnameya Indîpendent On Sunday belav kiriye ku hikûmeta Êranê bi temamî pabende bi parastina rêjîma Beşar Esed û pêşniyar jî kiriye ku bereyekî Sûrî ya nû li bilindahiyên Colanê li dijî Îsraîlê veke.
Li gor rojnameyê bo hêştina rêjîma Esed, desthilatdarên Tehranê pêş hilbijartinên serokayetiya wî welatî ku roja înê birêveçû û Hesen Rohanî serkeftin bi dest xist, biryar dabûn ku 4 hezar serbaz ji artêşa pasdaran bişînin Sûriyê.
Her weha jêderên Êranê ji rojnameyê re ragihand: Berpirsên Tehranê li gel Rûsya bi berdewam di peywendiyan de ne sebaret bi zêdekirina asta piştewanîkirina li rêjîma Esed eve jî di demekê de ye ku pêşbînî tê kirin di van nêzîkane de hêzên Hizbulaha Libnanî li Sûriyê bikşe û tenê tîmên istixbaratên xwe li wî welatî bihêlin.
Xendan
