Mesûd Barzanî serdana Rûsyayê dike
Çavkaniyek ji serokatiya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê di rojên bê de serdana Rûsyayê bike. Armanca serdanê jî ew e ku beşdarî Kongreya Aboriya Cîhanê ya Sanbitrsborg bibe.”
Li gor çavkaniya serokatiya Herêma Kurdistanê, ev cara yekemîne ku berpirsên kurd ji bo wê kongreyê tên vexwendin, ev jî wekî kongreya Davos ê û ‘Bi taybet jî Mesûd Barzanî hatiye vexwendin.’
Kongre 19ê mehê tê lidarxistin. Wê gelek kesayetiyên giring û serokê welatan beşdar bibin. Li gor çavkaniya Rûdawê, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî hatiye vexwendin.
