Al-Partî Navenda Xwe li Efrînê Vekir
Bi rasthatina salvegera 65'an ya damezrandinê, Partiya Demokrat a Kurdî li Sûrî El Partî navenda xwe li bajarê Efrînê vekir. Bi vê armancê û bi tevlîbûna nûnerên partiyên Kurdî dêrendazek hat lidarxistin. Tevî ku aheng bi awayekî aram birêve çû jî, hin derdoran bi rêya malperên înternetê îdîa kirin ku endamên PYD êrîşî merasîmê kirine û endamên El Partî girtine. Lê derket holê ku îdîayên wan derdorên behsa wan tê kirin bi tevaî ne li gorî çêbûna bûyerêye.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê ku merasîm di cih de şopan ev agahî weşandin:
"Partiya Demokrat a Kurdî li Sûrî di salvegera 65'an ya damezrandina xwe li meydana Azadî ya Efrînê merasîmek lidar xist. Her weha têde navenda El Partî jî hat vekirin."
Nûçegihanê Hawarê ragihand ku dema merasîm dewam dikin wesayîtek Suzukî rê li ber çûn û hatinê girtibû û weha dewam kir:
"Ev tirimbêl li nêzî navenda Ciwanên Şoreşger rawestiya bû. Dema ku wesayîta hêzên YPG derbas dibû ji xwedî otomobîla Susuzkî xwest ku rê veke. Lê wî kesî bi gotinên kirêt bersiv da û ev yek bû sedema nerazîbûna ciwanan. Di encama destwerdana hêzên Asayîşê de bûyer di nava çend deqeyan de bidawî bû. Dêrendaza pîrozbahî û vekirina navenda El Partî jî di nava aramiyê de dewam kir."
Derbarê mijarê de Endamê Desteya Rêveber a Tev-Dem'ê Ferhad Dêrik jî ji Ajansa Hawarê re axivî û weha got:
"Beriya demekê rêveberên El Partî ji Desteya Bilind a Kurd destûr wergirtin ku ahenga vekirina navenda xwe lidar bixin. Ev serlêdana wan jî hat pejrandin. El Partî endamên tevgera me jî vexwendin vê dêrendazê. Li ser vê yekê me şandeya ji 14 kesan kû bo başdarbûê di vê ahengê de amade kirin. Dema dêrendaz dewam dikir komekî hewil da aloziyan derxe. Lê ev yek ji ber destwerdana hêzên asayîşê hat astengkirin."
Ferhad Dêrik da zanîn ku demên dawî li bajarê Efrînê ji bilî Partiya Azadî, di navbera hemû hêzên siyasî yên Kurdî de danûstendin hebû û bi bîr xist ku endamên El Partî paşê çûn serdana şervanên YPG û piştgirî dan wan..
Dêrik diyar kir ku hin derdor hene bi zanebûn hewil didin di navbera Partiyên Kurdî de aloziyan derbixin û got, tevgerên weha tenê dikeve xizmeta komên çete yên êrîşî Efrînê dikin.
