Piştî hilbijartinan xwepêşandanên Enbarê dom dikin
Muhemed Hemdûn diyar kir ku, xwepêşander piştgîriya ti aliyeke siyasî ya beşdar di hilbijartinan de nakin û piştî hilbijartinan jî xwepêşandanên her du Parêzgehên Mûsil û Enbarê vê berdewam bin.
Nav hatî ev yek jî anî ziman ku, heta niha Hikûmeta Îraqê bo cîhbicîh kirin daxwazên xwepêşanderan ti gaveke erênî neavêtiye.
