• Wednesday, 11 February 2026
logo

Dibe wezareta navxwe ji endamên Besê were paqêj kirin

Dibe wezareta navxwe ji endamên Besê were paqêj kirin
Parlementerê parlementoya Îraqê yê ser bi tevgera Ehrarê Elî Temîmî ragehand ku, niha 65 berpirsên pile bilind yên wezareta navxwe ya Îraqê berê endamên pile bilind yên partiya Besê bûne lewre dibe ji wezareta navxwe werin derxistin.

Elî Temîmî di beşeke din ya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, mayîna wan 65 kesan di nava wezareta navxwe ya Îraqê de binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqê ye.

Çavkanî dibêje: Eger hikûmet dixwaze rewşa ewlekariya welat baştir bibe vê demê dibe wan endamên Besê ji wezareta navxwe derbixe.
Top