Qasim Muhemmed: Serdana Serokê Herêmê Ya Ber Bi Baxdadê ve Pir Giringe
Endamê encûmena nûnerên Iraqê Qasim Muhemmed ê ku ser bi lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî ve ye ji PNA re ragihand, ku wî ti pêzanîn li ser serdana serokê herêma Kurdistanê ya ber bi Baxdadê ve nînin, belê heger ev serdana han bihê encamdan, dê pir giring be.
Qasim Muhemmed weha jî da zanîn, ku dê serdana serokê herêma Kurdistanê ya ber bi Baxdadê ve pir giring be ji bo çareserkirina arîşeyên navbera herêmê û Baxdadê.
