Piştî belavbûna hin nûçeyan ku, dibêjin qaşo mekteba peyvendiyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê daxwaz ji Yekîtiya Ewrûpayê kiriye daku, korsiyek bo kurdistanê di nava YEê de dabîne bike, îro mekteba peyvendiyên derve yên PDKê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî ragehand ku, me bi ti awayî daxwaz ji YEê nekiriye ku, korsiyek di nava YEê de bide Kurdistanê.