Serokwezîr serdana devera Amêdiyê kir
Di civîna han de Qaêmmoqamê Amêdiyê peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser pêgeha dîrokî û coxrafî û şoreşgerî û civakiya vê deverê.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de raportek jî pêşkêş kir û hin kêşe, xwestekên şîniyên deverê ji Serokwezîrê Kurdistanê re reva kir û daxwaz ji Serokwezîrê Kurdistanê kir ku, çendîn projeyên xizmetgozarî yên ku, hatine bilêvkirin di pêşerojeke nêz de werin cîhbicîhkirin.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî raporta han ya nivîskî wergirt û piştgîriya xwe ji bo cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî li deverê de diyar kir.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de got: Her çiqasî ku, xizmeta şîniyên wê deverê were kirin hîn jî kême jiber ku, bi dirêjahiya xebata Şoreşgerî de pêşmerge û welatiyên wê deverê roleke gelek girîng lîstine.
