• Wednesday, 11 February 2026
logo

Catherine Ashton serdana Kurdistanê dike

Catherine Ashton serdana Kurdistanê dike
Di çarçoweya kar û çalakiyên nuneratiya Hikûmeta Kurdistanê ya li Ewrûpayê, roja derbasbûyî nunerê Hikûmeta Kurdistanê Dilawer Ajgeyî tevî heyeteke Hikûmeta Kurdistanê serdana nivîsgeha siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê kir û ji aliyê berpirsê giştî yê karûbarên Rojhilata Navîn ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtineke de çendîn babet û mêjarên girîng yên girêdayî bi peyvendiyên navbera Kurdistan û YEê hatin nirxandin û berpirsê giştî yê karûbarên Rojhilata Navîn a nivîsgeha siyaseta derve ya YEê diyar kir ku, biryare di hefteya pêşiya me de Nunera siyaseta derve ya YEê Catherine Ashton bi mebesta ji nêz ve agehdarbûn ji rewşa Kurdistan û Îraqê vê serdana Hewlêrê bike û bi Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re bicive.
Top