Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir
Li destpêka hevdîtinê de Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê derbirî û destxweşiyê li Serok Barzanî kir ku kariye berengariya wan hemû hewlan bibê ku armanca wan ziyangihandin bûye bi mafê rewayên gelê Kurdistanê û bi sedema pêdagiriya rêzdar ve çendîn destkeftên girîng ji bo Kurdistanê pêkhatine û Herêma Kurdistanê pêgehekî yasayiya girîng li destûra Iraqê da mîsoger kir.
Di derbarê rola Serok Barzanî ya li parastina Herêmê da, Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî got: Bergirîkirina cenabê we bû ku bûye sedema mayîna Pêşmerge û komek destkeftên gelek girîng ji bo gelê me mîsoger kirin.
Her wiha behsa hewl û pêdagiriya Serok Barzanî ya ji bo bi parêzgeh kirina Helebçe û her wiha piştevaniya tevgera îslamî jî ji bo parastina asayîş û tebayî û pêşketinên Herêmê derbirî.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî û şanda pê re, tekez li ser wê yekê kir ku parastina aramî û pêşketina Kurdistanê erkê me hemûyane û nabê bi tu awayekî rê bi tundiyê bidin, ji ber ku tundî bi her awayî bê dibê sedema têkdana asayîşa civakî.
