• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rêberê tevgera îslamîya Kurdistanê bersiva nameya serokê herêma Kurdistanê dide

Rêberê tevgera îslamîya Kurdistanê bersiva nameya serokê herêma Kurdistanê dide
Rêberê giştîyê tevgera îslamîya Kurdistanê Irfan Elî Ebdulezîz bersiva nameya serokê herêma Kurdistanê ya di bareya helwêsta wan li hember projeya destûra Kurdistanê de daye û ragihandiye:´´reşnivîsa destûra herêmê di dema xwe de qonaxên qanûnî derbas kiriye da ku bikeve refrandomê, lê ji bo ku bi dengekê zêdetir pesend bibe û xelkê Kurdistanê bi coş û xiroş ve dengê bidin wê, pêywîstî bi kodengîya alîyên siyasîyên Kurdistanê heye da ku kodengîya niştîmanî li ser bihê dirustkirin.´´


Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê roja 29/05/2013 di mersima bîranîna şoreşa Gulan´ê de li berdem parka Şaneder a Hewlêrê ragihandibû, ku wî name ji bo gişt alîyên siyasîyên herêma Kurdistanê şandiye da ku serinc û têbînîyên xwe li ser proje qanûna destûra herêma Kurdistanê aşkira bikin.

Di bersiva evê nameyê de, rêberê giştîyê tevgera îslamîya Kurdistanê di 5 xalan de helwsêta partîya xwe di bareya destûra Kurdistanê de bo serokê herêma Kurdistanê aşkira kiriye û ragihandiye:´´ niha herêma me di valahîya destûrî de derbas dibe, di encama ewê de jî car bi car alozî û qeyran çê dibin, çimku me merceîyeta destûrî nîne bo yekalîkirin û çareserkirina ewan arîşe û pêşhatane.´´

Li gel ewê çendê de jî rêberê tevgera îslamîya Kurdistanê ji serok Barzanî re tekez kiriye, ku ´´reşnivîsa destûra herêma Kurdistanê di dema xwe qonaxên qanûnî derbas kiriye da ku bikeve refrandomê, lê ji bo ku bi dengeke zêdetir bi cih bibe û xelkê Kurdistanê bi coş û xiroş ve dengê bidin wê, pêywîstî bi kodengîya alîyên siaysîyên Kurdistanê heye heta ku kodengîya niştîmanî li ser dirust bibe, her ji ber wê jî çaverêya evê pêngavê ji we yê rêzdar dihête kirin.´´
Top