Lîwaya 16 a Artêşa Iraqê Bersiva Tehdîdên Hêza Dîcle Dide; ´´Em dê Bibin Pêşmerge´´
Jêderekê berpirs jî li lîwaya 16 di evê bareyê de ragihandiye, wan pêştir jî fermana ne di cih de ya fermandeya hêzên bejayî yên Iraqî Elî Xeydan cîbicî nekirine ji ber wê yekê jî niha ti buhayekê nadin daxuyaniya fermandarê hêzên Dîcleyê Ebdulemîr Zeydî û ew xwe radestî dadgehê nakin belku ew dê bibine pêşmerge.
Ferîq Ebdulemîr Zeydî fermandarê hêzên operasiyonên Dîcle bi daxuyaniyekê ji ajansa Meda pressê re ragiandiye ku: ´´Ew dê 600 efser û serbazên Kurd ên ser bi lîwaya 16 ve bidine dadgehê.´´
Li gor nûçeyeka malpera Xendan, ji aliyê xwe ve jêderekê berpirs li lîwaya 16 a ser bi artêşa Iraqê ve ragihandiye, ku ku ew bi hîç awayî fermana valakirina navçeyê cîbicî nakin.
Her li gor heman nûçeyê, ewê jêderê ku nexwestiye navê wî belav bibe, gotiye: ´´Eve du mehin me mûçeyên xwe wernegirtiye û pêşmerge bi asayî beregîriyê li sînorên herêmê dikin, ji bo vê jî bi ti şêweyî xwe radestî dadgehê nakin, belku em dibin pêşmerge û emê bergîriya axa Kurdistanê bikin.´´
