• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bo awedan kirinê berê xwe da Zaxoyê

Nêçîrvan Barzanî bo awedan kirinê berê xwe da Zaxoyê
Di çarçoweya serdana xwe ya ji bo Parêzgeha Dihukê de Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tevî heyetek ji wezîr û rayedarên hikûmeta Kurdistanê serdana bajarê Zaxoyê kir.

Di destpêka serdana xwe ya meydanî bo Zaxoyê de Serokwezîrê Kurdistanê nexweşxaneyeke giştî li vê bajarê vekir.

Di merasima vekirina nexweşxaneya han de birêveberê tendirostiya Dihukê Dr. Nizar Îsmet peyvek pêşkêş kir û behsa qoxanên damezrandina vê nexweşxaneya han kir.

Pişt re jî wezîrê tendirostî yê Hikûmeta Kudistanê jî peyvek pêşkêş kir û behsa hewldanên hikûmeta Kurdistanê yên ji bo xizmet kirinê kir.

Her di vê merasima han de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û ragehand ku, Hikûmet xizmetkarê xelkê ye û em weke hikûmet bi her awayî hewl bo baştir kirina rewşa jiyana xelkê didin
Top