• Wednesday, 11 February 2026
logo

PKK´ê Piştrast Kir; Ocalan Xwe bi Pêşmergeyê Barzanî Dizane

PKK´ê Piştrast Kir; Ocalan Xwe bi Pêşmergeyê Barzanî Dizane
Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullha Ocalan nameyeke ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandibû û berpirsekî PKK’ê jî piştrast kir ku ew name bi awayê zarekî ji Barzanî re hatiye şandin û got, niha nêzîkbûneke zêde di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û PKK’ê de heye.


Li gor nûçeyeke malpera heftenameya Bas a herêma Kurdistanê piştî di çend rojên borî de nameyeke Ocalan ku ji Barzanî re şandibû di çend malperên kurdî û tirkî de hat belavkirin, Endamê Ofîsa Peywendiyên PKK’ê Zagros Hîwa bi daxwiyaniyekê naveroka peyamê bo rojnameya Basê piştrast kir ku bi awayekî zarekî bûye ne nivîskî.

Zagros Hîwa wiha axifî: ‘’Ocalan ew nameya han bi awayekî zarekî û bi rêya wan şandên ku serdana wî kiribûn ji Barzanî re şandiye û hevşêweyê wê teksta ku hatiye belavkirin. Niha nêzîkbûneke baş di navbera Barzanî û PKK’ê de heye û evna jê dê tesîreke pozîtîf li proseya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê bike.’’

Ocalan di nameya xwe de daxwaz ji Barzanî kiribû ku haya wî ji gerîlayên PKK’ê hebe, jiyana wan biparêze û nehêle bikevin metirsiyê. Her di heman nameyê de Barzanî wek serkirdeyê neteweyî binav dike, wek serokê xwe dibîne û xwe jî wek pêşmergeyê Barzanî dibîne.

Ji aliyê xwe ve Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî jî ku nêzîkê PKK’ê ye, ev pêngava han wek guhertineke pozîtîf di aqilê siyasî yê kurdan de pênase kir û got: ‘’Peyameke wiha pêngaveke gelekî girîng e di vê qonaxê de û nêzîkbûna hêzên siyasî yên kurd pêşan dide.’’
Top