• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Berdereş û Akirê Serokwezîr Dest Bi Xebatên Hêja Kir

Li Berdereş û Akirê Serokwezîr Dest Bi Xebatên Hêja Kir
Duh serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarokê Berdereşê yê ser bi Akirê ve, bi amadebûna cîgirê xwe Îmad Ehmed, waliyê Duhokê Temer Remezan û hijmareke berpirsên deverê, kevirê bingehîn bo avakirina nexweşxaneyeke 100 karayoleyî dana, ku 35 milyon dolar jê re hatine berdest kirin.

Di merasima danan kevirê bingehîn bo avakirina nexweşxaneyeke 100 karyoleyî li bajarokê Berdereşê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û di axaftina xwe de behsa pilanên hikûmetê bo wê deverê kir.

Serokwezîr di peyva xwe de got:

- Yek ji karên pêşîneyên hikûmeta herêma Kurdistanê her ji kabîneyên berê heta nuha jî, meseleya giringîdan bi warê saxlemiyê li hemû deverên Kurdistanê. Bêguman, heta nuha di vî warî de me pêşkeftinên ber bi çav bidestve anîne. Em înkar jî nakin ku, kêmasî jî hene, lê em dê bi cidî kar bikin daku di hemû waran de li sertaserî Kurdistanê xizmetên saxlemiyê ber bi pêşve bibin.

Piştî Berdereşê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û heyeta pê re serdana bajarê Akirê kir û digel berpirsên îdariyên bajêr civiya.

Di civînê de serokwezîr got:

- Sedemê serdana me bo vê deverê eve ku, em ji nêzîk haydarî arîşe, pirsgirêk û pêdawêstiyên deverê bibin. Serdana min digel cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîran bo Akirê nîşana xemxorî û îsrara hikûmetê bo dabînkirina pêdawîstî û şopandina arîşeyên deverê û çareserkirina pirsgirêkan e.


Serokwezîr got ku, Akirê di warê xizmetgozariyan de pêşveçûnên baş bi dest xistine û ev yek jî cîyê dilxweşîyê ye:


- Raste kêmasî hene, lê hikûmeta Kurdistanê dê hewil bide pêdawîstiyên deverê dabîn bike. Heta jiyan berdewam be dê daxwaz û pêdawîstî jî berdewam bin û ev jî nîşna pêşveçûnê ye. Berê daxwaza hevwelatiyan bi tenê emniyet bû, lê nuha ew daxwaza ximztên cuda û pêşkeftinan di hemû waran de dikin, ev jî wê yekê nîşan dide ku, Kurdistan berdewam di pêşveçûnê de ye.


Di civînê de qaymeqamê bajarê Akirê çenda daxwaz ji serokwezîr û şandeya pê re kirin wek; vekirina zanîngehekê, dabînkirina mihtaciyên kolêj û peymangehên nuha li Akirê hene, çakirina pir, cade û kolanên bajêr, çakirina cadeyên wan gundên ser bi bajarê Akirê ve, avakirina fabrîkeyeke qêrî, avakirina stadyomeke sergirtî, nojenkirina şûnewarên kevin, giringîdan bi warê tûrîzmê, çareserkirina pirsên zeviyan, diruskirina tonelekê li çiyayê Pîris û çakirina torên avê li bajarê Akirê û gundên derdûra wê.


Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku, ya di îmkanên hikûmetê de be bo dabînkirina daxwaziyên xelkê Akirê û derdûra wê dê bike.


Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr di axafatinekê de got ku. Akirê bajarekî kevin û naskiriye û hejî hemû awayên xizmetkirinê ye, hikûmet dê hewil bi de li gor îmkanan hemû daxwazên xelkê deverê cîbicî bike.
Top