Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya ahenga roja nîştimaniya Rûsyaya Federal kir
Aheng bi amadebûna hejmarek ji nûnerên welatan û berpirsên îdarî û siyasiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêveçû. Li vê rêwresmê de Konsolê Rûsyaya Federal li gotarek de bi xêrhatina Serok Barzanî û mîhvanan kir û xweşhaliya xwe jî bi amadebûna Serok Barzanî ya li vê helkeftê de derbirî.
