Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Japonya li Iraqê kir
Li destpêka hevdîtinê de Balyozê nû yê Japonpa xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê derbirî û ji bo wê aramî û geşbûna li Herêma Kurdistanê pêkhatiye destxweşiyê li Serok Barzanî kir û hatina sermayeguzariyên Japoniyan li Herêma Kurdistanê wî gelek dilxweş kiriye. Her wiha behsa xalên hevbeşê her du gelê japon û Kurdistanê kir ku her du jî qonaxên dijwarên şer û karesatan derbas kiriye û got: Karesata Helebçeyê jî ji ya Hîroşîma û Nakazakî ne kêmtire lê belê Japonî berdewambûn li binyatnana paşarojeke geş û gelê Kurd jî dikarê ji bo xwe paşarojekî geş ava bike.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Balyozê nû yê Japon balkişand li ser rol û pêgeha gelê Japonê ya li hevkêşa aborî û navdewletî û wî bi gelekî mezin wesif kir. Di derbarê xebat û têkoşîna gelê Kurd jî Serok Barzanî got: Gelê Kurd gelêkî zindiye û daxwaza wî ji bo pêşketin û aştiyê heye û ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku endamekî vî gelîme ji ber ku piştî raperîna 1991 gelê Kurd bi rûhekî mirovdostane têkilî li gel wan serbazan kir ku demekî destê wan li enfal û kîmyabarana gelê Kurdistanê de hebû. Gelê Kurdistanê tu demekî li pey tolhildana korane nekiriye.
Pêvajoya siyasiya navçeyê û pêwendiyên Herêm û Bexda mijareke dinê guftûgoyan bû û Balyozê Japon ji bo hewlên wan yê bi navê aramî û çareserkirina kêşeyan destxweşiyê li hengavên Serok Barzanî û serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê kir û hatina Malikî ya Hewlêrê jî bi babetekî erênî da zanîn. Her wiha Balyozê Japon behsa rewşa jiyana wan koçberan kir ku ji Sûriyê hatine Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî jî hêvî xwest civaka navdewletî êdî li beranber rewşa jiyana koçberên Sûriye yên li Herêma Kurdistanê kêmterxem nebê.
