• Wednesday, 11 February 2026
logo

Berevaniya Êraqê 1374 serbazên Kurd siza dike

Berevaniya Êraqê 1374 serbazên Kurd siza dike
Emîndarê giştiyê wezareta pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji bo çareserkirina kêşeya ew serbazên Kurd, çend caran wezareta bergîriya Êraqê û lijneya hemahemgiyê agahdar kirine, her weha da zanîn ku eger hikûmeta Êraqê kêşeyên xwe çareser neke, ew neçarin wek wezareta pêşmerge kêşeyan çareser bikin.

Di dema rûdana kêşeya xwepêşandanên navçeya Hiwêce û ew aloziya li navçeyê rûdan, wezareta berevaniya Êraqê hezar û 374 serbazên Kurd yên ser bi lîwaya 16 siza kir, û ji ber wê yekê jî xwestine wan biguhêzin başûr û wan serbazan fermana artêşa Êraqê red kirine , ji wê demê heya niha artêşa Êraqê hemû pêdivî û mûçe li ser wan serbazan birriye.

Cebar Yawer ji Xendanê re got: "Her çende kêşe kevne û ji serdema rûdanên Hiwêceyê vedigere, lê belê ji hingê û heya niha kêşeya ew serbazên Kurd nehatiye çareserkirin û wan bixwe jî çendîn car berpirsên artêşa Êraqê û wezareta berevaniyê ji wê kêşeyê agahdar kirine lê belê kêşe nehatiye çareserkirinê."

Emîndarê giştiyê wezareta pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir û got: "Di dema rûdana Hiwêceyê, wezareta berevaniya Êraqê biryar daye ew lîwaya 16 ku piraniya serbazên wê Kurdin biguhêzin û li şûna wan serbazên lîwaya nû ji firqeya nû bi cî bikin. Lê belê ew ferman redkirine û ji ber wê jî ji wê demê heya niha kêşe dirust bûye."

Sebaret bi helwesta wezareta pêşmerge li hember ew serbazên Kurd yên li nav artêşa Êraqê Cebar Yawer da zanîn ku: Eger kêşeyên wan neyên çareser kirin, wê demê wezareta pêşmerge neçare kêşeyan çareser bike û pêdiviyên wan dabîn bike.

Xendan
Top